?>

Salroja şehîdbûna îmamê yanzdan ê şîeyên cîhanê

Salroja şehîdbûna îmamê yanzdan ê şîeyên cîhanê

8`ê Rebî ul Ewela sala 1440 koçî-heyvî hevgavê 16`ê Mjdara sala 2018`an salroja şehîdbûna yanzdemîn îmamê şîeyên cîhanê, Îmam Hesenê Eskerî (S) ye.

Îmam Hesenê Eskerî yek ji nevîyên pêxemberê ekrem (S) di 8`ê Rebî ul Ewela sala 260 koçî-heyvî li şarê Samerrayê li bakura Iraqê da hat şehîdkirinê.

Ew kurê hezretê Îmam Hadî (S) bû û dîya wî jî jineek alim û xêrxwaz bû.

Îmam Hesenê Eskerî (S) piştî ku bavê wî hat şehîdkirinê, rêvebirî û pêşengîya dînî ya misilmanan girt destê xwe.

Îmam Hesenê Eskerî (S) gellek zanyarên hêja perwerde kirin ku her yekî bi berhemên nivîskî di warên curbicur ên zanistên islamî da, pêngavên bibandor ji bo geşepêdana zanistên islamî rakirin.

Emrê 29 salî yê Îmam Hesenê Eskerî (S) ser 3 dewran tê parvekirinê: Dewra yekem 13 salan digire ber xwe ku jîyana wî ya li Medînê ye. Dewra duyem 10 salên jîyana li Samerraê û berî îmametê û dewra sêyem jî 6 salên îmameta wî hezretî digire ber xwe.

..............

300


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*