?>

Şandeka Paye Bilind a Herêma Kurdistanê gihêşt Bexdayê

Şandeka Paye Bilind a Herêma Kurdistanê gihêşt Bexdayê

Bi mebesta dirêjedana gotûbêjan bi lîjneya darayî ya encûmena nûneran û fraksiyon û aliyên siyasî yên Iraqê re şanda paye bilind a Herêma Kurdistanê gihêşte Bexdaya paytexta Iraqê.

ABNA24 : Berdevkê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Semîr Hewramî, ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî da zanîn duh yekşemê 14.02.2021ê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî şanda bilind a Herêma Kurdistanê ber bi Bexdayê çûye bi armanca berdewamiya gotûbêjan bi lîjneya darayî ya perlemanê û kutle û aliyên siyasî yên Iraqê ji bo gotûbêjkirina bûdçeyayasa sala 2021ê ya Iraqê ku tê da mafên kurdan were parastin. 

Herwiha Hewramî amaje bi wê yekê jî kiriye ku di serdanên berê yên şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kombûnên ligel hikûmeta federal û aliyên din ên peywendîdar, hemû zanyarîyên derbarê dahata neftê û ne neftî û herweha xercîyan hatine zelalkirin û şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû amadekarî kirin ji bo rêkeftinê li ser bûdçeyasaya 2021ê ya Iraqê.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na