?>

Şehadeta Filistînîyekî li Şerîeya Rojava

Şehadeta Filistînîyekî li Şerîeya Rojava

Leşkerên siyonîst filistîniyek li Şerîeya Rojava bi gullan şehîd kirin.

ABNA24 : Di van mehên dawî de, cinayetên milîsên siyonîst û rûniştiyên siyonîst li dijî filistîniyan di aliyên curbicur de bi awayekî berçav zêde bûne; Di van cinayetan de bi dehan filistînî şehîd bûne û bi sedan filistînî jî birîndar bûne.

Li gorî rapora malpera Arab 48`ê, Ehmed Selîm Ganem xortê filistînî yê xelkê Nablusê îro yekşemiyê dema ku dixwest ji dîwarê navbir ê peravên Şerîa rojava derbas bibe, ji aliyê Leşkerên siyonîst ve hat gullebarankirin û şehîd bû.

Îniya bihurî 3 filistînî li "Cenînê" li bakurê Şerîeya Rojava ya dagirbûyî bi gullên çekdarên Siyonîst şehîd bûn.

Rapora salane ya Komeleya Netewî ya Şehîdên Filistînê (Komeleya Malbatên Şehîdên Filistînê) nîşan dide ku par 357 Filistînî ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatin gullebarankirin û şehîdkirin.

Li gor vê raporê ji sedî 19ê van şehîdan jinên filistînî ne, ku ji dema dagirkirina Filistînê di sala 1948an vir va ev rêjeyek bê mînak e.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*