?>

Sêkrêtêrê Esaib Ehli Heq a Iraqê: MOOSAD`ê meqerek li Herêma Kurdistanê heye, Hewlêrê jî bertek nîşan da

Sêkrêtêrê Esaib Ehli Heq a Iraqê: MOOSAD`ê meqerek li Herêma Kurdistanê heye, Hewlêrê jî bertek nîşan da

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê pêgirî kir ku Sêkrêtêrê Esaib Ehli Heq a Iraqê ku idia kiribû Sazîya Istixbarata Israyîlê (MOOSAD) rawestgeh û meqerek li Herêma Kurdistanê heye, ne hêjayî bersivdayînê ye.

ABNA: Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê Cotyar Adil di bersiva pirsa nûçegîhanê Radyoya Newayê li Hewlêrê de têkildarî bersiva Hikûmeta Herêma Kurdistanê himberî Sêkrêtêrê Esaib Ehli Heq a Iraqê ku idia kiribû Sazîya Istixbarata Israyîlê (MOOSAD) rawestgeh û meqerek li parêzgehên Silêmanî û Hewlêrê heye û destê wê di nerazîbûnên li Iraqê de heye, got: Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva Qêys Xezelî nade.

Wî herwiha got: Pêwîst nake em bersiva wan tawanbarkirinan bidin çinku, em derbasî gotûbêj û niqaşeke bê bingeh nabin.

Şayanî gotinê ye ku Sêkrêtêrê Esaib Ehli Heq a Iraqê yek ji sê dezgehên rêvebirina Iraqê berpirsê nearamîyên vê dawîyê li Iraqê zanî û pêgirî kir ku MOOSAD`ê rawestgehek li Herêma Kurdistanê heye.

.........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*