?>

Serdana neqanûnî ya Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê bo Idliba Sûriyê

Serdana neqanûnî ya Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê bo Idliba Sûriyê

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê bêyî destûra hukûmeta Sûriyê carek din bi kiryarek provokatîf çû bakurê parêzgeha Idlibê û deverên ku artêşa tirk ew der dagir kirine .

ABNA24 : ev serdana çaremîn a neqanûnî û destdirêjkerane ya Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu li van salên dwiyê ye ku bêyî destûra hukûmeta Sûriyê cih tîne.

Li gorî şirove û analîza pisporên siyasî û leşkerî, Tirkiye hewl dide hebûna xwe ya leşkerî, aborî û ç andî li deverên sûrî yên dagirkirî ji wan li parêzgeha Idlibê xurt bike û dil nîne dev ji vê parêzgehê û deverên din ên dagirkirî berde.

Vê gavê, baregehên leşkerî û çeperên çavdêriyê yên artêşa Tirk li Idlibê pir zêde bûne û sala borî, karwanên mezin ên çekên giran û nîv-giran ji sînorên başûrê Tirkiyê derbasî bajêr bûn.

Êrişa arteşa Tirkiyê ya li ser bakurê Sûriye ji hêla gel û hukûmeta Sûriyê ve û her weha ji hêla civaka navneteweyî ve hatiye şermezarkirin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*