?>

Serdana Serokomarê Qazaqistanê bo Îranê

Serdana Serokomarê Qazaqistanê bo Îranê

Serokomarê Qazaqistanê îro Yekşemê li ser vexwandina hevtayê xwe yê Îranê di çarçoveya serdaneke fermî de tê Tehranê.

ABNA24 : Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, li çarçova seredana "Qasim Cumret Tokayêv" ku li ser vexwendina "Seyd Îbrahîm Reîsî" Serokê Komara Îslamî ya Îranê tê lidarxistin, gotûbêjên dualî li ser asta herî bilind û îmzakirina çend belgeyên nav-dewletî di bernama vê serdanê de ne.

Serokomarê Qazaqistanê beriya serdana xwe ya Tehranê, 17`ê Hezîrana 2022`an bo beşdariya li 25`emîn Korbenda Aborî ya Navneteweyî ya St. Petersburgê, çûbû Rûsyayê.

Hefteya borî jî şandeke Turkmenistanê bi serokatiya Serokomarê vî welatî serdana Îranê kiribû.

Tehranê pêştir mazûvaniya Serokomarê Tacîkistanê Îmam Elî Rehman û şandeke payebilind a vî welatî kiribû.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*