?>

Serdar Qaanî: Berxwedan di şerê 12-rojî de bi otorîte û qawet tevgeriya

Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî got ku her kes bi serketin û serfiraziya berxwedana Filistînê di şerê 12-rojî yê dijî Rejîma Siyonîst serbilind e.


ABNA24 : Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iran Pressê, Serdar sertîp Îsmaîl Qaanî îro di merasima çilemîn roja şehîdbûna seyd Mihemed Hicazî got: Ev serketina berxwedana Filistînê beşek ji xizmetên serdarê şehîd Sulêymanî û şehîd Hijazî bû ku pêşkêşî Eniya Berxwedanê kirin.

Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî desnîşan kir: Berxwedan û şêniyên Şerîda Xezeyê tevî 15 salan di bin dorpêçiyê de li dijî êrîşên rejîma Îsraîlê li ber xwe dan û axa Filistînê parastin.

Serdar Qaanî  her wiha got: Berxwedana Xezeyê di sê rojên ewil ê şerê 12-rojî de, di mezlûmbûna herî jorîn û boykotên giran de, du qatan zêde ji şerê 22 rojî ya li dijî filistîniyan mûşek û roket avêtin erdên dagirkirî û Siyonîst tê da.

Fermandarê Hêza Qudsê got: Ev asta serkeftinê qawet û desthilatdariya Eniya Berxwedanê nîşan dide û Berxwedana Xezeyê di şerê 12 rojan de bi otorîte qaweteke mezin  tevgeriya.

Serdar Qaanî desnîşan kir ku niha peyama berxwedana Fîlîstînê û berxwedana navneteweyî ya ji bo zarokên Filistînê ev e ku pêdivî ye plansazî ji bo rêvebirina tevahiya Xaka Filistînê (1948 û 1967) bibe.

Serdar Qaanî tekez kir ku bê guman dê rojek were ku Rejîma Siyonîst bi serşûrî ji axa Filistînê derkeve.

Merasima çilemîn roja şehîdbûna serdar serleşker pasdar  seyd Mihemed Hicazî îro sibê bi beşdariya fermandeyên derece bilind ên leşkerî li cihê Rêxistina Besîca Mustezefan li dar ket.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*