?>

Serdar Selamî: Serdema 'Lêde û Birev' bi dawî bûye

Serdar Selamî: Serdema 'Lêde û Birev' bi dawî bûye

Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî tevî amajeya bi zêdebûna hêza Filistînê, destnîşan kir ku serdema Lêde û Birev bi dawî bûye.

ABNA24 : serdarê serleşker Husên Selamî, Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di gotûbêja bi Russia Today a Erebî da li ser zêdebûna hêza Filistînê pêgirî kir û got: Israîlkî divê bizanin ku serdema Lêde û Birev bi dawî bûye û filistînî roja îro bihêz bûne.

Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Filistîneka nû pêk hatiye.

Li gorî gotina serdar Selamî, Şerê vê dawiyê, Filistîneka bihêz li ser hesabên Rejîma Siyonîst sepandiye. 

Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Gelê Îranê dê lebeykê bide şîretên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi mebesta beşdariya berfireh di hilbijartinan da.

Fermandarê giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Hilbijartin tenê jibo bijartina serokomêr nîne, belkî her dengek ku bo sindoqê tê avêtin, weke mûşekekê ye ku li dilê hêzxurtên istikbarî dikeve û Îranê di şerê xwe yê pîroz dijî istikbarê bi şanazî bi ser dixe.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*