?>

Serdar Şerîf: Riya berxwedanê heta derxistina zorbêjan ji navçê dê bidome

Serdar Şerîf: Riya berxwedanê heta derxistina zorbêjan ji navçê dê bidome

Berdevkê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî bal kişand ser vê yekê ku gelê Îranê dê nehêle zorbêj bighêjin armancên xwe û teqez kir: Riya berxwedanê yê heta derxistina zorbêjan ji navçê bidome.

ABNA: Serdar sertîp Remezan Şerîf li merasima rêzgirtina li şehîdên berxwedanê li Meşheda pîroz got: Emerîkî û îsraîlî bi terorkirina fermandeyên bereya berxwedanê dê neghêjin aramnacên xwe li navçê.

Serdar Şerîf bi bîr xist: Bi şehadeta serdar Qasim Sulêymanî ne tenê bereya berxwedanê lawaz nabe belkî beşdariya berfireh a gel li merasima rakirin û definkirina şehîd Sulêymanî selmand ku piraniya gelê Îranê piştgirê riya berxwedanê ne.

Berdevkê Sipahê pasdaran hegera mayîna zorbêjan li navçê xurtkirina ewlehiya Îsraîlê û pêaknîna bêtifaqiyê li nav welatên Îslamî da zanîn û teqez kir: Armancên zorbêjan li navça rojavaya Asiyayê dê tu carî pêk neyên.

...........
340

ABNA:

Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*