?>

Serdar Sertîp Qaanî: Azadîxwazên cîhanê dê tola xwîna Sipehbud Silêmanî bistînin

Serdar Sertîp Qaanî: Azadîxwazên cîhanê dê tola xwîna Sipehbud Silêmanî bistînin

Fermandarê Hêza Quds a Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî bi gotina vêya ku dijmin bi awayekî necamêrane Sipehbud Qasim Silêmanî şehîd kir, got: Azadîxwazên seranserî cîhanê tolhildêrên şehîd Silêmanî ne û dê heyfa wî ji diminan bistînin.

(ABNA24.com) Li gorî rapora Sepah Newsê, Serdar Sertîp Ismaîl Qaanî, di rêûrisma danasîna wî wek Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî li Têhranê bi gotina vêya ku dijminan nediakrîn di qada şêrr da bi Sipehbud Silêmanî bikevin pevçûnê, destnîşan kir: Rêya ron ku şehîd Silêmanî têda bi xurtî û qahêmtiriyê pêngav radikir, dê bihêz were domandin.

Serdar Sertîp Qaanî siyaseta Amerîkayê, şeytantî, dijminatî û qirêjtî da zanîn û got: Dijminên Îranê zimanekî ji billî zimanêî zorê tênagihêjin, loma divê em li hemberî wan bihêz ber xwe bidin.

Fermandarê Hêza Quds a Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî her wiha tevî wesifandina kesayetiya Sipehbudê şehîd Silêmanî, got: Şopandina tam a Welayetê taybetmendiya sereke û mêhwera kiryarên şehîd Silêmanî bû û serê axir jî piştî bi salan têkoşînê di rêya bilindkirina Îslamê da, gihîşte arizûya xwe ya qedîmî anku Şehîdbûnê.

Di rêûrisma danasîna Fermandarê Hêza Quds a Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî û rêzgirtina li têkoşînên Serdar Sipehbudê şehîd Qasim Silêmanî, fermandarê şehîdbûyî yê vê hêzê ku bi amadebûna fermandar û berpirsên pileberz ên hêzên çekdar ên Îranê hat lidarxistin, hikmê tayînkirina Serdar Sertîp Ismaîl Qaanî radestî wî hat kirin.

Her wiha bi hikmê Fermandarê giştî yê Sipahê Pasdaran, Serdar sertîp Seyid Mihemed Hicazî wek dewsgirê Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî hat tayînkirin.




/129


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*