?>

Serleşker Baqirî derbarê bêdengiya li ber plana “Danûstandina Sedsalê” hişyarî da

Serleşker Baqirî derbarê bêdengiya li ber plana “Danûstandina Sedsalê” hişyarî da

Serokê Erkantiya Gişt Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê got: Yekrêzî û destberdana ji dijberiyan bi bingehgirtina Îslamê û hevkariya ji bo piştgiriya ji Berxwedana Îslamî divê bibe karê sereke yê welatên Îslamî.

ABNA: Serokê Erkantiya Gişt Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê serleşker Muhemed Baqirî peyamên cida cida ji wezîrên parastinê û serokên erkantiya artêş û hêzên çekdar ên welatên Îslamî re şand û derheq bêdengî û xemsariya li hemberî plana zalimane ya “Danûstandina Sedsalê” hişyarî da û li ser pêwîstiya yekrêzî, piştgiriya ji berxwedana îslamî, derxistina zevtkar û dagîrkeran ji erdên îslamî û berxwedana li ber kiryara neberaqil, neqanûnî û li dijî qayide û qirarên navneteweyî ya serokomarê Amerîkayê pêgîrî kir.

Serokê Erkantiya Gişt Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê got: Eşkerakirina plana siyonîstî-amerîkî ya bi navê “Danûstandina Sedsalê” bê şik şaşitiya dîrokî û stratejîk e ku dagîrkirina Filistînê wek pareke sereke ya  piroja bê encam a 70 saliya siyonîstan li navçê dişopîne.

Serleşker Baqirî  “Danûstandina Sedsalê”,  neberaqil, neqanûnî û li dijî qayide û qirarên navneteweyî û li dijî manîfesta NY da zanîn û got: Her cure lihevkirina sergirtî derheq vê planê an jî bêdengî û xemsarî û kiryara bi durûtî derheq vê plana zalimane dikare bibe sedem ku ev komploya mezin ji Filistînê derbas bibe û pêsîra serxwebûn û serweriya neteweyî ya welatên din ên Îslamî jî bigire.

Serokê Erkantiya Gişt Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê got: Bê şik tenê belgeya pratîk ji bo çareseriya krîza Filistînê, heman stratejiya Filistînê, ya ji çemê heya behrê û vegerîna awareyên filistînî nav erdên xwe û lidarxistina giştpirsiya azad û temsîlger bona diyarkirina qeder û pêşeroja vî netewî ye.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trûmp roja sêşemê li cem serokwezîrê Rejîma Siyonîstî Benyamîn Netanyahu li Koşka Sipî hûrgiliyên pana xwe ya bi navê  “Danûstandina Sedsalê” ku planeke tam li dijî mafên filistîniyan e eşkera kir.

...........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*