?>

Serokê Baroya Amedê: Parêzer û rêveberiya baroyê rastî êrîşa polîsan hatin

Baroya Amedê bi civîneke çapemeniyê ragihand ku di dema dîtina doza Seroka Şaredariya Nisêbînê ya kevn Ayşe Gokkan de polîsan û şandeya dadgehê gotinên kirêt ji parêzeran re û ji Serokê Baroya Diyarbekir Nahît Eren re gotine.

ABNA24 : Baroya Amedê li ber deriyê Avahiya Dadê ya Amedê bi tevlîbûna parêzeran civînek çapemeniyê li dar xist.

Daxuyanî ji aliyê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ve hat dayîn. Nahît Eren da zanîn ku dema doza Seroka Şaredariya Nisêbînê ya kevn Ayşe Gokkan de polîsan û şandeya dadgehê gotinên kirêt ji parêzerên dozê re gotine û li ser vê yekê Serokê Baroya Amedê û rayedarên baroyê çûne salona dadgehê, lê serokê şandeya dadgehê û polîsan heman helwest bo Serokê Baroya Amed û rayedarên baroyê jî nîşan dane û tundiya fîzîkî jî li wan kirine ku bi milên wan girtine û wan dehf dane û ji salonê derxistine.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren amaje kir ku Baroya Amedê ti caran helwestên wisa qebûl nekiriye û serî li hember van helwestan netewandiye û derbarê polîs û şandeya dadgehê de jî serî li dozgeriyê dane. 

Herwiha Nahît Eren bang li Wezîrê Dadê û Lijneya Dadwer û Dozgeran kir ku berpirsên bûyerê ji kar werin dûrxistin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*