?>

Serokê Komîsiyona Tendirustiya Meclisa Îran: 12 welatan daxwaza vaksînê ji me kirine

Serokê Komîsiyona Tendirustiya Meclisa Îran: 12 welatan daxwaza vaksînê ji me kirine

Serokê Komîsiyona Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê ragehand ku heta niha 12 welatan daxwaza kirîna vaksîna Kovbereket ji Îranê kirine.

ABNA24 : Serokê Komîsiyona Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê Husên Şehryarî di civîneke encûmena bilind a Inqilaba ya Çandî de ragehand: ‘’Niha 100 milyon doz vaksîna ‘’Kov Îran Bereket’’ di embarên welat de hene.’’

Vaksînna ‘’Kov Îran Bereket’’ ji aliyê zanayên Îranê ve hatiye çêkirin û li gor gotinên Husên Şehryar jî 12 welatan daxwaz pêşkeş kirine bo kirîna wê vaksînê.

Heta naha 3 milyon û 270 hezar û 843 kes li Îranê bi vîrusa koronayê ketine û ji wê hejmarê jî 84 hezar û 949 kesan jî jiyana xwe bi wê vîrusê ji dest dane

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*