?>

Serokê PDK û Balyozê Almanê rewşa Iraqê û penaberan hilkolandin

Serokê PDK û Balyozê Almanê rewşa Iraqê û penaberan hilkolandin

Serokê Partîya Dêmokirat a Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Almanya li Iraqê Ole Diehl kir.

ABNA: Balyozê Almanya li Iraqê di hevdîtina digel Serokê PDK da pesna aramiya li Herêma Kurdistanê da û ragihand, welatê wî piştgirî û alîkarîya bo Herêma Kurdistanê û her wiha kar û çalakiyên li Iraq û Herêma Kurdistanê di warên geşepêdan û aramiyê de yê bidomîne.

Balyozê nû yê Almanya derbarê rewşa koçberan de jî got ku Herêma Kurdistanê dergehên xwe ji bo koçberan vekirine û li babeta hewandina koçberan de, pêwîstî bi alîkarî û piştevaniya Almanya û civaka navdewletî heye.

Her di vê civînê de bandora guhertin û pêşhatên Sûriye li ser aramiya Herêma Kurdistanê û navçeyê hatin hilkolandin û her du alîyan basa metirsî û gefên terorîstên DAIŞê yên li ser paşaroja Iraq û navçeyê bi taybetî li piştî kuştina Bexdadî kirin.

Rewşa siyasî ya Iraqê û alozî û xwepêşandanên li Bexdayê û hin parêzgehên Iraqê, peywendiyên di navbera Herêm û Bexdayê de û rewşa Kerkûkê mijarên din ên gotûbêja Serokê PDK û Balyozê nû yê Almanê l iIraqê bûn.

.........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*