?>

Serokomarê Haitî bi êrîşeke çekdarî hate kuştin

Serokomarê Haitî bi êrîşeke çekdarî hate kuştin

Serokê Haîtî Jovenel Moise di êrişek çekdarî ya kesên nenas de bi giranî birîndar bû û pişt demeke kurt jiyana xwe ji dest da .

ABNA24 : Serokomarê Haitiyê Jovenel Moise li mala xwe rastî êrîşeke çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da.

Derbarê mijarê de daxuyanî ji aliyê serokwezîrê demkî Claude Joseph hat û ragehand: Serokomarê Haitiyê Jovenel Mois şeva borî rastî êrîşeke çekdarî hatiye û piştre jî jiyana xwe ji dest daye.

Herwaha ragehand, naha erkê serokomar wî dewr girtiye.

Haîtî yek ji welatên hejar ê cîhanê ye û ji bilî kirîza aborî û wêranbûn û mirinên ji ber bahozên tropîkal ên dijwar, zêdeyî salekê ye ku di nav pevçûnên tund ên siyasî de ye.

Hilbijartina serokatiyê di payîza 2015-an de ji ber hin bêserûberiyan hate betalkirin, da ku ew di dawiyê de di payîza 2016-an de were kirin, piştî salekê şêwirîn.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*