?>

Serokwezîrên Herêma Kurdistanê û Vatîkanê derbarê peywendiyên dualî de gotûbêj kirin

Serokwezîrên Herêma Kurdistanê û Vatîkanê derbarê peywendiyên dualî de gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Vatîkanê Kardinal Pietro Parolin di hevdîtinekê de daxwaza bihêzkirina peywendiyên Harêma Kurdistanê û Vatîkanê kirin.

ABNA: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şeva buhurî li Vatîkanê ji aliyê Serokwezîrê Vatîkanê Kardinal Pietro Parolin ve hat pêşwazîkirin.

Di civînê de Mesrûr Barzanî û Pietro Parolin behsa dawîn pêşhatên Iraq û herêmê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Vatîkanê de kirin.

Serokwezîrê Vatîkanê, rola gelê Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de û parastina tevahiya pêkhateyan bilind nirxand û  spasiya Herêma Kurdistanê kir ku deriyê xwe ser bi sedan hezar penaber û koçberan da vekiriye û hemû mafên olî û netewî û xizmetguzariya jiyanê li Herêma Kurdistanê ji hemû pekhateyan re hebûye.

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, tabloyek ku olên Misilman, Krîstiyan, Êzîdî û Zerdeştiyan sembolîzê dike diyarî Serokwezîrê Vatîkanê kir.

............
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*