?>

Sersaxî - Salvegera wefata hezreta Fatimeya Mesûmeyê (S)

Sersaxî - Salvegera wefata hezreta Fatimeya Mesûmeyê (S)

Îro (sêşemî) 10ê Rebî ul-sanî ya 1443an a koça heyvî, hevdem di gel 16ê Mijdara 2021ê, salroja wefata Hezreta Fatimeya Mesûmeyê (S), xwenga hêja ya Hezreta Îmam Reza (S), îmamê heştem ê şîeyên cîhanê ye.

ABNA24 : Tirba paqij a Hezreta Fatimeya Mesûmeyê (S) li bajarê pîroz ê Qumê ye; Ev bajar di salroja wefata Hezreta Fatimeya Mesûmeyê (S) keça Îmam Mûsa Kazim (S) îmamê heftem ê şîeyên cîhanê da, di nava şîn û matemê da ye.

Gelê vî bajarî bi rakirina alayên reş bi nîşana şînê, hub û evîna xwe derheqê vê banûya îslamê û eşqa xwe li binemala paqij a pêxemberê hêja (S) nîşan dide.

Gelê Îrana Îslamî her sal di salvegera wefata hezreta Fatimeya Mesûmeyê (S) bi amadebûna li huseyniye, mizgeft û tirba paqij a wê li bajarê Qumê û tirba paqij a hezretê îmam Reza (S) li Meşheda pîroz şîndariyê dikir; Lê îsal ji ber belavbûna Vîrûsa Koronayê ev merasim bi awayê mecazî û ziyareta ji riya dûr va pêk tê. 

Rêxistina Radyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê bi boneya salvegera wefata hezreta Hezreta Mesûmeyê (S), pîrozbahiyê dide hemî misilmanan bi taybet şîeyên cîhanê.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*