?>

Seyid Hesen Nesrullah: Berxwedana Filistînê baş tevgeriya

Seyid Hesen Nesrullah: Berxwedana Filistînê baş tevgeriya

Sekreterê giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê sêşemiyê bi şev di axaftinekê da bi boneya salvegera azadkirina başûrê Libnanê û Cejna Berxwedan û Azadkirinê, serketina Berxwedana Filistînê li hemberî rejîma xesbker a siyonîst pîroz kir.

ABNA24 : Seyid Hesen Nesrullah, Sekreterê giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê tevî amajeya bi serketina berxwedana Filistînê li hemberî siyonîstan di şerê vê dawiyê yê Zîvala Xezeyê da, got: Komên Berxwedana Filistînê û femandarên baskên wan ên leşkerî di şerê vê dawiyê da baş tevgeriyan.

Sekreterê giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê di dewamê da bi gotina vê yekê ku tiştê ku Xezeyê di şerê Şûra Qudsê raber kir, pêngaveka dîrokî û taybet di şerê dijî dijminê israîlî da bû, got: Şerê Şûra Qudsê mijarek nîşan da ku siyonîst divê wê yekê tê bigihêjin û di nirxandinên xwe da venihêrînê pêk bînin û bizanin ku destdirêjiya li Qudsê û Mizgefta Eqsayê ciyawaz digel her cûre destdirêjiyeka din e.

Seyid Hesen Nesrullah her wiha got: Guhertina dîrokî di şerê Şûra Qudsê da ev bû ku Xeze jibo berevaniya ji Qudsê û şêniyên wê derbasî şêrr bû, ne jibo parastina Xezeyê.

Sekreterê giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê di axaftina xwe da her wiha şehîdên Libnan û Filistînê, welatên erebî û bereya berxwedanê di riya azadkirina başûrê Libnanê ji wan rola şehîdê mezin ê Berxwedanê, Hac Qasim Silêmanî bi bîr anîn û got: Em sipasiya Komara Îslamî ya Îranê û dewleta Sûriyê ji ber piştgiriyên berfireh ji Berxwedanê dikin.

Seyid Hesen Nesrullah bi gotina vê yekê ku encamên serketina sala 2000î stratejîk bûn, got: Seerketina gel û Berxwedana Libnanê di sala 2000î da, dost û dijmin û mijara Filistînê û pêvajoya pevçûnan xistine ser riyên ciyawaz ên stratejîk.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*