?>

Seyid Muqteda Sedir mukir hat ku Îran destwerdana li karên siyasî yên Iraqê nake

Seyid Muqteda Sedir mukir hat ku Îran destwerdana li karên siyasî yên Iraqê nake

Rêverê Tevgera Sedir bi daxuyaniyekê tekez kir, berovajiya gotegotan, KOmara Îslamî ya Îranê tu destwerdanek di karên siyasî yên Iraqê da tunebûye û zext li ser tu komeke şîe nekiriye.

ABNA24 : Seyid Muqteda Sedir bi daxuyaniyekê ragihand, gotegotên derbarê vêya ku sedema derketina Tevgera Sedir, gefa Îranê bûye derew e û ne rast e.

Sedir bi gotina vêya ku hin kom li Iraqê di halê astengîderxistina siyasî û zextanîna ser hin fraksiyonên siyasîê ne, tekez kir, ku ew ê hevrêtiya van koman di pêvajoiya siyasîê ya Iraqê da neke û ji fraksiyonên vî qelatî xwest ku ji bo reform û rizgariya Iraqê helwêsteke qahêm hilêxînin.

Sedir beriya vêya ji nûnerên fraksiyona xwe li parlimanê xwestibû ku istîfaya xwe binivîsin da ku ji bo raberkirina wê di rojên  bê da li ser fermana wî amade bin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*