?>

Sêzdehemîn nîşangeha navneteweyî ya bazirganiya Hewlêrê bi çavdêriya serokwezîrê Herêma Kurdistanê xebata xwe destpê kir

Sêzdehemîn nîşangeha navneteweyî ya bazirganiya Hewlêrê bi çavdêriya serokwezîrê Herêma Kurdistanê xebata xwe destpê kir

Sêzdehemîn nîşangeha navneteweyî ya bazirganiya Hewlêrê roja duşemiyê bi çavdêriya serokwezîrê Herêma Kurdistanê,Mesrûr Barzanî xebata xwe destpê kir.

ABNA: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, li axiftineke kurt li merasima destpêbûan vê nîşangehê bal kişand ser beşdariya 300 şîrketan ji 22 welatên cîhanê got: Me li bernama karê dewletê, girîngiyeke zav daye geşatiya aborî ya Kurdistanê. Em hêvî dikin ev nîşangeha  bi hêsankariyên ku raber dike, bibe destpêkeka baş bo hevkariya bazirgan û sermayedaner û rêveberên Kurdistanê û dervey Kurdistanê.

 Nîşangeha  Bazirganiyê ya Hewlêrê piştî du salan rawestanê cardinê tê lidarxistin.

  Li gorî rapora nûçegîhanê Kurdistan 24`ê ji cihê dayim ê lidarxistina nîşangehên Herêma Kurdistanê, ev nîşangeha bi beşdariya 300 şîrketan ji 22 welatên cîhanê ji roja yekşemiyê 8 Mêhrê bo mideha 4 rojan ji siet 10 beriya nîvro heta siet 6 êvarê amadeyî nîşandayîna  berheman  bo xelkê ye.

 Li gor vê raporê, ev nîşangeha hevgav li du beşên  çêkirina avahiyan û alavên cotkariyê were lidarxistin.

 Li kêleka vê nîşangehê, hin panêl li bara avedankirina Iraqê û raberkirina xizmetên cotkariyê were lidarxistin.

........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*