?>

Sipahê Pasdaran careke din meqerên hêzên dijî Inqilabê li Herêma Kurdistanê topbaran kir

Sipahê Pasdaran careke din meqerên hêzên dijî Inqilabê li Herêma Kurdistanê topbaran kir

Supaya Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê, îro careke din meqerên komên dijî Inqilabê li Herêma Kurdistanê dan ber gullên topan û roketan.

ABNA24 : Di bersiva liv û tevgerln komên dij Inqilabê û hişyara fermandeyê Hêza bejahî ya Sipahê Pasadarn de, ji bo roja duyem li ser hev, topxaneyên Sipahê pasdaran meqerên hêzên dijî Inqilabê li derdora gundê Berbizîn li navçeya Sîdekanê ya parêzgeha Hewlêrê topbaran kirin. Ev êriş ji saet 12 nîvro ser wextê herêmê despê kir.

Koma dijî Inqilabê ya bi navê  Partiya Demokrata Kurdistana Îranê  jî  li ser twittera xwe îtiraf kir ku Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ya  Îranê careke din çend deverên ku hêzên vê komê li wir in bi firoke û topan bombebaran kiriye.

Vê komê diyar kir ku tevî topbarankirina deverê, firokeyên bê firoekvan jî li esmanê deverê dizivirin.

Sipahê pasdaran vê dawiyê du caran komên terorîst û dijî Inqilabê derbarê liv û tevgerên wan hişyar kir û daxwaz ji xelkê Herêma Kurdistanê jî kir ku ji navendên wan koman dûr bikevin û ji duh ve dest bi topbarankirin meqerên komên hanê kir.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*