?>

Şiroveyên karzanê siyasî yê kurd derbarê ihtimala têkçûna Erdogan di hilbijartinê da

Şiroveyên karzanê siyasî yê kurd derbarê ihtimala têkçûna Erdogan di hilbijartinê da

Şirovekarê mijarên siyasî yên Tirkiyê pêşbînî kir ku serokomarê Tirkiyê di rewşa têkçûna di hilbijartina pêşerojê ya vî welatî desthilatê bernede.

ABNA24 : Levend Gultekîn (Levent Gültekin) rojnamevan û şirovekarê siyasî yê kurd di bernameya 'Du nêrîn' a televîziyona Halk TV'yê xitabî Receb Teyib Erdogan û serokê AKPê got: Evna jibo parastina desthilata xwe dixwazin vî welatî bikin wek Sûriyê.

Beriya vêya jî di axatina serokê AKPê xitabî Kemal Kilîçdaroxlû serokê CHPê gotibû: Em ê vî welatî teslîmî kesên ku aramiya xwe ji dest dane û vî alî û wî alî digerin nekin.

Levend Gultekîn derbarê gefa Erdogan a alozkirina Tirkiyê di rewşa serketina dijberan a di hilbijartinê da got: Tenha wateya vê hevokê ev e ku jibo ragirtina desthilatê di destê xwe da, ew ê her karekî bikin, heta heke Tirkiyê ji nav bibin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*