?>

Sube şemiyê dê PDK û YNK bi partiyên dine kurd va bicivin

Sube şemiyê dê PDK û YNK bi partiyên dine kurd va bicivin

Şandeke mekteba sîyasî ya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê civîyan û gengeşeya pêkanîna yek lîstîyê kirin bo helbijartina Civata Parêzgehan.

ABNA: Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) û Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) di civînekê li Hewlêrê, biryar dan ku nakokî û kêşeyên navbera xwe da bi dawî bînin û qirare sibe tev partiyên dine kurd yên Herêma Kurdistana Iraqê bicivin.

Biryare jî sube PDK û YNK li gel alîyên lîsta hevpişik a Kurdistanî wê muijarê gotûbêj bikin.

Pêncşemê şandeke PDK û YNKyê bo pêkanîna lîsta hevpişik bo deverên Kurdistanî li derveyê rêvebrîya herêma Kurdistanê civîyan.

Xesrew Goran berpirsê dezgeha helbijartina PDKyê ragehand: Lîsta hevpişik parêzgehên Kerkûk, Mûsil û Dîyala ji xwe digre.

Xesro Goran got jî: Biryar Sube biryara dawîyê bihêt dan derbarê ragehandina lîsta hevpişkên alîyên Kurdî.

 Di çend rojên bihurî da hin kêşe û nakokî navbera PDK û YNKê li pey rêgirtina hêzên ewlehiyê yên Hewlêrê li hemberî hatina Mehmûd Sengavî endamê ofîsa siyasî ya YNKê bo vî bajarî qewimîn ku bi gullereşandina kesên nenas ber bi ofîsên van du partiyan li Hewlêr û Silêmaniyê gurr bû, lê van du partiyan civînek li Hewlêrê li dar xistin û biryar dan ku van kêşeyan bi dawî bînin.

Bilind Îsmaîl berpirsê Baska 16 ya PDKê li bara vê civînê ji medyayên PDKê ra got ku armanca civîna navbirî wêdadayîna kêşeyên navbirî bûye û du aliyan biryar dane ku van êrîşên medyayî li dijî hevdu bi dawî bînin.

Wî her wiha got ku di civînê da rayedarên van du partiyan biryadr dane ku di sê rojên din da civîneka din bi arm,anca damzirandina hevpeymaniya Kurdistanî bi mebesta beşdariya di Hilbijartina Konseya Parêzgariya Kerkûkê û navçeyên din ên dikevin bin Xala 140an a Qanûna Bingehîn a Iraqê ku hemî partiyên Herêmê digire ber xwe, li dar xînin.

........

340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*