?>

Sûperkompiyutera Sîmorxê li zanîngeha Emîrkebîra Îranê hat nimandin

Sûperkompiyutera Sîmorxê li zanîngeha Emîrkebîra Îranê hat nimandin

Sûperkompiyutera Sîmorxê bi kapasîteya nîv têraflopsê (Teraflops) li zanîngeha pîşeyî ya Emîrkebîrê hat nimandin.

ABNA24 : Flops yekîneya pîvandina leza prosseskirina dane û lêzanînan ji aliyê Kompiyuterê va ye.

Wehîd Yezdaniyan Serokê Lêkolîngeha Têkilî û Teknolojiya Lêzanînan a Îranê got: Kapasîteya vê sûperkompiyuterê nîv têraflopsê (Teraflops) ye ku dikare xizzmetên proseskirinê jibo sazî û navendên lêkolînî yên cûrbecûr raber bike.

Wî got ku me projeya Sûperkompiyutera Sîmorxê ji sal û nîvekê beriya niha va dest pê kir û wiha pê da çû: Zanîngeha pîşeyî ya Emîrkebîrê ji 10 salan berê va tecrubeyeka serketî di warê dîzayn û çêkirina sûperkompiyuterê hebûye.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*