Hawar Newsê nivîsiye: "Çavkaniyan ji hundirê Efrînê ragihand ku 3 welatî ji aliyê istixbaratên dewleta Tirkiyê ve li navçeya Mabata û Raco yên girêdayî Efrînê, hatine revandin."
ABNA24 : "Çavkaniyan tekez kir ku istixbaratên dewleta Tirkiyê 3 welatî ji gundewarên navçeya Mabata û Raco yên Efrîna dagirkirî, revand.
Li gorî çavkaniyan, welatiyên hatine revandin Aslan Ehmed Emîn û Aslan Behrî Emînin ji gundê Amara yê girêdayî navçeya Mabata ne.
Dema ku her du welatî ji Efrînê ber bi gundê xwe ve vedigeriyan li rêya gundê Kokan ê bakurê navçeyê hatine revandin û çarenûsa wan ne diyar e."
342/