?>

Temellî bersiva banga Ocalan da: Xelkê beriya heftiyekê biryara xwe daye

Temellî bersiva banga Ocalan da: Xelkê beriya heftiyekê biryara xwe daye

Piştî belavbûna nûçeya ku Abdullah Ocalan ji HDP`ê xwestiye, di hilbijartinên 23`yê Hezîranê yên bo Şaredariya Stenbolê de bêalîbûna xwe biparêze, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî bertek nîşan da û ragihand, xelkê beriya heftiyekê biryara xwe daye.

(ABNA24.com) Piştî belavbûna nûçeya ku Abdullah Ocalan ji HDP`ê xwestiye, di hilbijartinên 23`yê Hezîranê yên bo Şaredariya Stenbolê de bêalîbûna xwe biparêze, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî bertek nîşan da û ragihand, xelkê beriya heftiyekê biryara xwe daye.

Hevserokê HDP`ê Sezaî Temellî li hember îdiayên di derbarê bangewaza rêberê girtî yê PKK`ê Abdullah Ocalan bo hilbijartinên Stenbolê û daxwaza wî ji HDP`ê de bertek nîşan da.

Sezaî Temellî di daxuyaniyekê da ragihand ku divê ew guhdariya parêzerên Ocalan bikin, lê hefteyek beriya niha xelkê biryara xwe daye.

Temellî herwiha diyar kir ku Ocalan kesekî hişyar e û pêvajoyên siyasî gelek baş dinirxîne.

Duh ajansa fermî ya nûçan a hikûmeta Tirkiyê Anadoluyê nûçeyek belav kir û têde ragihand, ku Serokê Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Munzur a Dêrsimê, Dr Ali Kemal Ozcan serdana rêberê girtî yê PKK`ê Abdullah Ocalan li girtîgeha Girava Îmraliyê kiriye û Ocalan di vê hevdîtinê de nameyek daye wî.

Li gorî wê nûçeyê, Dr Ali Kemal Ozcan piştî vegera ji hevdîtinê daxuyaniyek daye medyayan û aşkere kiriye ku nameyek ji aliyê Ocalan ve bo HDP`ê aniye.

Wî herwiha got ku Ocalan di namya xwe de bang li HDP`ê dike ku di hilbijartinên 23`yê Hezîranê yên ji bo Şaredariya Stenbolê de bêalî bimîne.

Ozcan herwiha dibêje, roja 18`ê Hezîranê jî parêzerên Ocalan serdana wî kirine û Ocalan nameyek daye wan, lê ji ber ku nameya wî ji raya giştî re nehatiye aşkerekirin, nîgeran bûye.

Lê Navenda Parêzeran a Esrînê ku parêzerên Ocalan endamên wê ne ragihand ku haya wan ji hevdîtina ihtimalî ya Ozcan digel Ocalan tineye.




/129


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*