?>

Teqezkirina Emîndarê giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ser berfirehkirina peywendiyan bi Îranê re

Teqezkirina Emîndarê giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ser berfirehkirina peywendiyan bi Îranê re

Emîndarê giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê li hevdîtina bi serkonsûlê Îranê re li Hewlêrê ser pêwstiya berfirehkirina peywendiyên navbera her duyan, teqez kir.

ABNA: ê,Konsûlxana Komara Îslamî ya Îran li Hewlêra navenda Herêma Kurdistanê li bara hevdîtina Cebar Yawer, Emîndarê giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêmê bi Nesrullah Reşnodî serkonsûl li konsûlxanê agahî da.

 Li gor vê nûçeyê, serleşkir Cebar Yawer, Emîndarê giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêmê  bi amadebûna li  konslxana  Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê, tevî pîrozabyiya bijartina  Nesrollah Reşnodî wek serkonsûl, ser pêwîstiya berfirehkirin hevkariyên dualî teqez kir.

 Serkonsûlê Îranê jî diyar kir li salên derbasbûyî hevkariyên baş navbera Wezareta Pêşmerge ya Herêam Kurdistana Iraqê û hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê hebûye û bê guman ev pêvajoya li pêşerojê û di dema desthilatdariya  wezîrê nû yê Pêşmerge dê bidome.

Pêştir jî serknsûlê Îranê li Hewlêr, tev Şoriş Îsmaîl, wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistana Iraqê hevdîtin pêk anî û li bara dawîn rewşa têkiliyan û rewşê geşatiya hevkariyan gotûbêj kiribû.

Li vê hevdîtinê, Wezîrê pêşmnerge yê Herêma Kurdistanê bal kişand ser alîkariyaên  Komara Îslamî ya Îranê  bo gelê Herêma Kurdistanê û sipasiya  gel û dewleta herêmê ji helwêst û piştgiriyên Komara Îslamî ya Îranê li salên derbasbûyî  kiribû.

Hêjayî gotinê ye ku Komara Îslamî ya Îranê ji sala 2014`an û bi êrişa DAIŞê ser Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê, ser daxwaza aliyê iraqî, hevkariyên berfireh bi hêzên eskerî û îstixbaratî yên vî welatî bi taybet hêzên pêşmerge li şerê li hember DAIŞ`ê hebû.

Nesrullah Reşnodî, serkonsûlê nû yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê piştî destpêbûna xebata xwe li vê postê, hin hevdîtin bi rayedar û kesayetiyên  siyasî yên Herêma Kurdistanê hebûye û ser berfirehkirina zêdetir a peywendiyan bi Herêma  Kurdistanê li hemî waran teqez kiriye.

.......
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*