?>

Tirkîye: 6 endamên PKK`ê li bakura Iraqê hatin kuştinê

Tirkîye: 6 endamên PKK`ê li bakura Iraqê hatin kuştinê

Wezareta Berevanîya Tirkîyê ragihand ku di dewama opêrasyona Çengê li bakura Iraqê da, 6 endamên PKK`ê hatin kuştinê.

(ABNA24.com) Wezareta Berevanîya Tirkîyê ragihand ku di dewama opêrasyona Çengê li bakura Iraqê da, 6 endamên PKK`ê hatin kuştinê.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Anadoluyê, êrişên artêşa Tirkîyê dijî hêzên PKK`ê li devera Xakurkê li bakura Iraqê didomin.

Artêşa Tirkîyê ji 27`ê Gulanê ve opêrasyonek bi navê Çengê dijî hêzên PKK`ê li bakura Iraqê destpê kirîye.

Ligorî daxûyanîya Wezareta Berevanîya Tirkîyê ji destpêka opêrasyona Çengê dijî PKK`ê ve 57 hêzên PKK`ê hatine kuştinê.

PKK û aliyên bêteref ti  agahiyek li vê barê de nedeane.

Di encama êrişên Artêşa Tirkîyê ser bakura Iraqê da, gellek kes bûne qurbanî û zîyaneke berfire li zevî û mil û malên xelkê deverê ketîye.




/129


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*