?>

"Tirkiyê av li ser 700 hezar kesî biriye / Av jibo Tirkiyê wek çekeka siyasî ye"

Nûnerê Rêveberiya xweser a Kurdistana Sûriyê li Herêma Kurdistanê ji ajansa nûçeyan a Kurd Pressê ra got: "Tirkiyê ava vexwarinê li ser 700 hezar ji şêniyên navçeya Hesekeyê û bajarê Qamişloyê biriye û trajediyeke mirovî li vê navçeyê pêk aniye."

ABNA24: Li gorî rapora Kurd Pressê, Nûrşan Husên, Nûnerê Rêveberiya xweser a Kurdistana Sûriyê li Herêma Kurdistanê tevî amajeya bi birrîna ava navçeya Hesekeyê li rojhilata Sûriyê ji aliyê Tirkiyê û komên cîhadî yên ser bi vî welatî, got: Ev kiryar bêexlaqiyeke mezin e ku Tirkiyê girtiye ber xwe. Tirkiye li pey siyaseta tevkujiya Kurdan e. Nemaze Tirkiye zextê tîne ser gişt qewm û etnîkên bakurû rojhilata Sûriyê. Tirkiye ji her aliyekî va li dijî Rêveberiya xweser dest bi êrîş û tevkujiyê dike."

 Wê her wiha got: "Tirkiyê ava vexwarinê li ser 700 hezar ji şêniyên navçeya Hesekeyê û bajarê Qamişloyê biriye û trajediyeke mirovî li vê navçeyê pêk aniye."

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*