?>

Tirkiyê derdora 8 hezar û 700 kes bi Koronayê ketin û 231 kes jî pê mirin

Tirkiyê derdora 8 hezar û 700 kes bi Koronayê ketin û 231 kes jî pê mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 8 hezar û 697 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 231 kes jî bi Koronayê mirine.

ABNA24 : Duh şemiyê 22.05.2021ê Wezareta Tendirustiya Tirkiyê amarên 24 saetên dawî yên nexweşiya Koroanyê belav kir.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê ragihand ku di nava 24 saetên dawiyê de 216 hezar û 658 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 8 hezar û 697 ji wan pozîtîv bûye.

Li gor amarên nû herwiha di 24 saetên dawiyê yên roja borî de  231 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê jî canê xwe ji dest dane. Herwiha 14 hezar û 472 nexweşên Koronayê jî di nava 24 saetên borî de baş bûne.

Heta niha li Tirkiyê kesên ku bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 178 hezar û 648 kesan û 46 hezar û 71 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 5 milyon û 13 hezar û 111 kes jî ji vîrusê baş bûne.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*