?>

Tirkiye dibêje: 'Çend serokên PKKê li parêzgeha Dihokê hatine kuştin'

Tirkiye dibêje: 'Çend serokên PKKê li parêzgeha Dihokê hatine kuştin'

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê dibêje ku 7 endamên PKKê li Çiyayê Gareyê yê parêzgeha Dihokê hatine kuştin.

ABNA24 : Di daxuyaniya fermî ya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê da wiha hatiye: "Di dewama hewildana jibo jinavbirina terorîsmê, 'derbeke giran' a nû li hêzên PKKê ketiye."

Daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê daxuyaniya xwe wiha domandiye: "Di nav 7 kesên ku hatine kuştin da hejmareke serokên vê komê ji wan berpirsê rêxistina jinan û berpirsa akademiyê û berpirsê ofîsa terorê û berpirsê peywendiyên gelemperî yê PKKê hebûne."

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*