?>

Tirkîyê êriş kir, 3 Pêşmerge birîndar bûn, xortekî Êzidî jî hat kuştinê

Tirkîyê êriş kir, 3 Pêşmerge birîndar bûn, xortekî Êzidî jî hat kuştinê

Di encama êrişa balafirên cengê yên Artêşa Tirkîyê ser herêma Biradostê da, 3 hêzên Pêşmerge birîndar bûn û xortekî Kurd ê Êzidî jî bi destê leşkerên Tirk hat kuştinê.

(ABNA24.com) Di encama êrişa balafirên cengê yên Artêşa Tirkîyê ser herêma Biradostê da, 3 hêzên Pêşmerge birîndar bûn û xortekî Kurd ê Êzidî jî bi destê leşkerên Tirk hat kuştinê.

Ligorî rapora Kanala NRT`yê, tevî ku betlaneya Cejna Remezanê ye, balafirên cengê yên Artêşa Tirkîyê vê sibê êrişî deverên xelknişîn ên herêma Biradostê û gundê Mîrreşê kirin ku di encamê de agir berbû zev û pûşên deverê.

Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê jî bi merema vemirandina êgir xwe gîhandin cihê şewatê lê, balafirên cengê yên Artêşa Tirkîyê careka din ew herêma bombebaran kirin ku di encamê de 3 hêzên Pêşmerge birîndar bûn ku tê gotin pîyê Pêşmergeyekî hatîye birrînê û rewşa wî giran e.

Malpera fermî ya PDK`ê jî ragihand ku Xoşewî Mîkaîl û Muhacir Mîkaîl pêşmergeyên birîndar birayê hev in û  Ezîz Cavir jî pismamê wan e.

Kanala NRT`yê herwiha ragihand ku şeva buhurî xortekî Kurd ê Êzidî li gundê Rebenga ser bi şarê Zaxoyê mijûlê cotkarîyê bûye ku leşkerên Tirk ew dane ber gulleyan û kuştine.

Di encama êrişên hewayî yên Tirkîyê ser Herêma Kurdistana Iraqê mideha 10 salên buhurî de ku bi heceta hebûna hêzên PKK`ê pêk tên da, heta nika gellek kesan canê xwe ji dest dane û birîndar bûne û binesazîyên wekî dibistan, nexweşxane û rê hatine wêrankirinê.





/129


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*