?>

Tirkiyê navçeya Til Rifetê topbaran kir: 5 birîndar

Tirkiyê navçeya Til Rifetê topbaran kir: 5 birîndar

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand; du rojên şemî û yekşemê hêzên artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, navçeya Til Rifet û devera Şehbayê topbaran kirin.

ABNA24 : Li gorî rapora Kurdistan24ê, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand; du rojên şemî û yekşemê hêzên artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, navçeya Til Rifet û devera Şehbayê topbaran kirin.

Rêxistinê eşkere kir ku di encama topbarana van du rojan de 5 kesên ji xelkê herêma Efrînê ku ji cih û warê xwe aware bûne, birîndar bûn.

Herwiha ragihand ku navên kesên birîndar bûne ev in; zarokê 10 salî Mihemed Welîd, Suzan Me'mû Umer ya 30 salî, Zeyneb Ehmed Ereb a 40 salî ya ji xelkê nahiya Raco, Hêvîn Reşîd a 40 salî ya ji nahiya Raco û Nîhad Mihemed Elî yê 32 salî yê ji xelkê nahiya Cindirêsê.

Bajarokê Til Rifatê 35 kîlometre li rojhilatê Efrînê dikeve û mezintirîn bajarokê devera Şehbayê ye û xwedî cihekî stratejî di navbera bajarê Dîlok û Helebê de ye.

Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, dora 250 hezar kes ji Efrînê derbider bûn û li Til Rifet û derdora wê (herêma Şehbayê) bi cih bûne.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*