?>

Tirkiyê, terorîstekî herî xeternak ji bo rêvebirina operasyonên Terablusê erkdar kir

Tirkiyê, terorîstekî herî xeternak ji bo rêvebirina operasyonên Terablusê erkdar kir

Berpirsê leşkerî yê fermandariya giştî y artêşa Lîbyayê eşkere kir ku Tirkiyê di dema dawî de terorîstekî xeternak û berpirsê leşkerî yê koma Lîbyayê ya girêdayî Rêxistina El-Qaîde Xalid El-Şerîf ji bo birêvebirina operasyona leşkerî li Terablusê erkdar kir.

ABNA 24:Mûdîrê Cîhazê Çavdêriyê yê girêdayî Fermandariya Giştî ya Artêşa Lîbyayê  Xeys Esbaq ji malpera Al-Arabia Net re got: "Xalid El-Şerîf ê bi navê Ebû Hazim El-Lîbî di dema dawî de, bi serokê MIT Hakan Fîdan û berpirsên Tirk ên di kargehên teqemeniyê de bi rêya balafirgehê Misratayê ji Tirkiyê vegeriya Terablusê."

Esbaq, destnîşan kir ku du rojên dawî de tevgera El-Şerîf li derdora rojavayê paytexa Terablusê hate şopandin ku serkêşiya mayînkirin û teqandina deverên aktîv dikir, da ku dema çekdarên ser bi Tirkiyê ketin tengasiyê bi kar bînin. Esbaq anî ziman ku ev plana El-Şerfî niha amade ye û tercîh kir ku di demên bê de teqîn li cihên sivîl û bazaran de çêbibin.

Her wiha wî diyar kir ku çekdarên girêdayî hêzên Wîfaqê bi fermana Xalid El-Şerîf tevdigerin û wiha domand: "Xalid El-Şerîf berpirsê yekemîn ê hemû êrişên ku çekdaran di dema dawî de pêk anîne, ye. Armanca yekem a ku El-Şerîf vegerandine Lîbyayê dagirkirina wargeha Wetiya ya asîmanî ye."

Xelid El-Şerîf 55 salî ye, ji terorîstên herî xeternak e ku ji aliyê artêşa Lîbyayê ve tê xwestin. El-Şerîf û girêdayî rêxistina El-Qaîde ye li dijî gelê Lîbyayê sûc pêk anîne. Di heman demê de fermandarekî serek yê "Koma Lîbyayê ya Çekdar e" ya girêdayî rêxistina El-Qaîde ye ya ku terorîst Ebdulhekîm Bilhac ê li Tirkiyê dimîne serkêşiya wê dike.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*