?>

Tirkiye û PKKê amarên 22 rojên şer û pevçûnan belav kirin

Tirkiye û PKKê amarên 22 rojên şer û pevçûnan belav kirin

Malpera televîziyona Rûdawê nivîsiye: "Li gor Wezareta Berevanî ya Tirkiyê 111 hêzên PKKê di êrişên hêzên wan de jiyana xwe ji dest dane û PKKê jî dibêje, 187 serbazên Tirkiyê di heman operasyonê de hatine kuştin."

ABNA24 : Li gorî rapora Rûdawê, "Wezareta Berevaniya Tirkiyê amarên oeprasyonên xwe yên li dijî PKKê belav kirin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê amarên 22 rojên şer û pevçûnên di operasyona Pençe-Brûskê de belav kirin.

Li gor wan amaran,  111 endamên PKKê di êrişên hêzên wan de jiyana xwe ji dest dane û hejmareke veşargehên PKKê jî hatine armanckirin.

Ji aliyê din ve, Fermandarê hêzên HPGê yên ser bi PKKê, Murad Karayilan jî ragihand, ku di wan şer û pevçûnan de, 187 serbazên Tirriyê hatine kuştin û zêdetirî 20 serbaz jî birîndar bûne.

Herwiha Murat Karayilan di girte vîdyoyekê de aşkere kiribû ku artêşa Tirkiyê operasyonên xwe de li dijî hêzên wan çekên kimyewî bikar tîne.

Artêşa Tirkiyê roja 23ê Nîsanê êriş û operasyoneke berifeh li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê ku dikevin nav axa Herêma Kurdistanê dabû destpêkirin. Ji ber bombebaranên Tirkiyê gundên Kêste û Çelkê yên li herêmê hatine valakirin.

Heta niha artêşa Tirkiyê nexweşeyek derbarê şer û oeprasyonên dawîn de belav nekiriye lê amaje bi wê dike ku leşkerên wan pêş dikevin.

Medya fermî ya Tirkiyê roja Înê belav kiribû ku artêşa Tirkiyê êrişî ser gundê Kêste yê li herêma Metîna kir ku ser bi qezaya Amêdiyê ve ye."

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*