?>

Ukrayna: Bi mûşeka artêşa Rûsyayê 60 kes li dibistaneke Ukraynayê kuştin

Ukrayna: Bi mûşeka artêşa Rûsyayê 60 kes li dibistaneke Ukraynayê kuştin

Rayedarên ukraynî dibêjin: Li Ukraynayê dibistanek bû armanca mûşeka artêşa Rûsyayê û ji 90 kesên ku ji tirsa bombebarana Rûsyayê xwe di dibistanê de veşartibûn, 60 kesan canê xwe ji dest dan.

ABNA24 : Li gor daxuyaniya rayedarên Ukraynayê, li devera Luhansk a li rojhilatê vî welatî, 90 kes ji tirsa bombebaranê, xwe spartibûn dibistanekê, lê belê artêşa Rûsyayê bombebaran kir û tenê 30 kes ji bin avahiya dibistanê rizgar bûn û 60 kesên din hatin kuştin.

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky di civîna G7 de îdia kir: “Li gundê Bilogoriva yê li devera Luhanskê bi bombeyeke Rûsyayê 60 welatiyên sivîl bûn armanc.”

Zelensky herwiha eşkere kir: “Ew welatî ji tirsa mûşekbarana artêşa Rûsyayê xwe li dibistanê veşartibûn.”

Serokê Şaredariya Luhansk Sergey Gayday ragihand, devera wan hîn jî rûbirûyî mûşekbaranê dibe, loma rizgarkirina qurbaniyan zehmet bûye.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*