?>

Vekolandina riyên standina deynên Îranê yê li ser Iraqê yê ji ber firotina gazê

Vekolandina riyên standina deynên Îranê yê li ser Iraqê yê ji ber firotina gazê

wezîrê neftê yê Komara Îslamî ya Îranê di civînek hevbeş de digel wezîrê elektirîkê yê Iraqê, li ser riyên wergirtina perê gaza ku Îranê firotiye Iraqê ji vî welatî gotûbêj kir.

ABNA24 : Bîjen Namdar Zengeneh wezîrê neftê yê Îranê roja şemiyê li Têhranê digel wezîrê elektirîkê yê Iraqê Macid Mehdî Hentûş civiya û bal kişand ku du rêkeftinên girîng yên hinardekirina gaza Îranê bo Iraqê di van salên borî de digel wezareta kehrebayê ya Iraqê hatine îmzekirin û di dewamê de got: "heya niha  27 mîlyar metrkûp Îranê gaz ji bo Iraqê şandiye."

Wezîrê nefta Îranê herwiha got: Pêwendîyek gelek bihêz di navbera netewe û hikûmetên Îranê û Iraqê heye û ez hêvî dikim ku serdana wezîrê elektirîkê yê Iraqê bo Îranê bibe sedema geşepêdana peywendîyên her du welatan bi taybet di navbera wezareta nefta Îranê û wezareta kehrebaya Iraqê."

Wezîrê nefta Îranê her wiha got: "Vegerandina diravê Îranê yê ji ber firotina gazê bo Iraqê bi hin pirsgirêkan re rû bi rû ye ku em hêvî dikin di vî warî de em zû bigihîjin çareseriyekê."

Wezîrê Elektrîkê yê Iraqê jî di vê civînê de got: "Peywendîyên Îran û Iraq baş û hêja ne û em hewil didin ku roj bi roj têkiliyên me geştir bibin."

Hentûş amaje bi rêkeftina hinardekirina gazê ya di navbera her du welatan de ji bo xebitandina santralên (hêzgehên elekterîkê) Iraqî kir û got: "Hewldana me ew e ku em çareyek ji pirsgirêka dayinên xwe bo Îranê re bibînin û diravê gazê bigihînin Îranê."

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*