?>

Wê 11 deverên pîşesazî li Herêma Kurdistanê werin avakirin

Wê 11 deverên pîşesazî li Herêma Kurdistanê werin avakirin

Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê ragihand ew ê li Herêma Kurdistanê 11 deverên pîşesazî avabikin û wê 3 hezar kargehên cûda cûda têde hebin.

ABNA 24: Îro Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê pilana weberhênana sala 2020’an bi civînek çapemeniyê eşekere kir.

Di civîna çapemeniyê de Serokê Desteya Weberhênana Herêma Kurdistanê Mihmemed Şukrî axivî û diyarkir niha nexşeya weberhênana Herêma Kurdistanê amade ye û wê li gorî pilanê hezar 55 projeyên weberhênanê werin destpêkirin.

Mihemed Şukrî da zanîn di pilana wan de heye li seranserê Herêma Kurdistanê 11 deverên pîşesazî çêkin ku wê nêzî 3 hezar kargehên cûda  cûda têde hebin. Şukrî diyarkir bi  temamkirina van projeyan re wê derfetê kar ji bo 200 hezar welatiyan çêbe.

Di  dewama axaftina xwe  de Şukrî diyarkir ku pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi serçaveyên cûda yên aborî hene, bi taybetî jî divê sektora weberhênanê hîn zêdetir giringî pê were dayîn.

Şukrî got; “Wê di nava du salên bê de piraniya pêdawîstiyên Herêma Kurdistanê di nava Herêmê de werin peydakirin û hinek jî bifiroşin ji derve. Niha li Herêma Kurdistanê 120 kargehên pîşesazî kar dikin, ji bilê berhemê ku li Kurdistanê tê mezaxtin, gelek berhemên wan kargehan ji dervere jî tê şandin.”

Şukrî herwiha destnîşan kir projeyên ku di pilanê de hene werin çêkirin piranî di kerta pîşesazî de ne ku di nav de 461 projeyên pîşesazî ne, 113 projeyên çandinî, 227 projeyên geştuguzar, 162 projeyên tendirûstî û hinek projeyên din yên di warên cûda de ne wê werin çêkirin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*