?>

Welayetî: Danûstandina Sedsalê xwekujiya siyasî ya Trump e

Welayetî: Danûstandina Sedsalê xwekujiya siyasî ya Trump e

Şêwirmendê Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî di karên Navneteweyî da got: Dasnûstandina Sedsalê xwekujiya siyasî ya Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ye.

ABNA: Elî Ekber Welayetî, Şêwirmendê Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî di karên Navneteweyî da di hevpeyivîna digel malpera "KHAMENEI.IR" da ku roja Îniyê hat weşandin, tevî gotina vêya ku armanca sereke ya Trump  a hilêxistina Danûstandina Sedsalê, dagîrkirin atam a welatê Filsitînê ye, got: Vê planê beşeka gotûbêjên pêşîn ên Amerîkayê digel hin welatên erebî jibo çareserkirina meseleya Filsitînê ji wan Peymana Kemp Deywîd û Osloyê berçav negirtiye.

Şêwirmendê Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî di karên Navneteweyî da destnîşan kir: Berhevdanîneke dîrokî navbera têkoşîn û gotûbêjê nîşan dide ku hertim dawiya gotûbêjê jibo misilman û ereban serneketin bûye, lê têkoşîn dibe sebeba serketinê.

Welayetî her wiha bi gotina vêya ku kiryara Trump  bû sebeba yekîtiya komên Filistînî, got: Rêxistina xwerêvebir û Tevgerên Berxwedana Îslamî û Cîhada Îslamî ya Filistînê ev plan red kirin û filistînî gitîştine vê encamê ku ji riya gotûbêjê tu tiştekî bi dest naxin û rêya pêşdaçûnê, têkoşîn e.

Serokomarê Amerîkayê vê dawiyê plana xwe ya qaşo aştiyê bi navê Danûstandina Sedsalê ku pêkhatî ji girêdana tam a Qudsê û bajarokên heyî li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê bi Rêjîma Siyonîst û berçavnegirtiona amfê vegerê yê filistîniyan e, nimand.

Heta niha gellek ji welat, kesayetî, rayedarên siyasî û dînî yên seranserî cîhanê nemaze misilmanan ev plan şermezar kirine.

............
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*