?>

Wezareta Derve ya Iraqê bang li berpirsê sefaretxana Tirkiyê kir

Wezareta Derve ya Iraqê bang li berpirsê sefaretxana Tirkiyê kir

Wezareta Karên Derve ya Iraqê têkildarî êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser bakurê Iraqê, berpirsê karûbarên Sefaretxana Tirkiyê a li Bexdayê vexwend wezaretê. Wezareta derve ya Iraqê diyar kir ku ew binpêkirinên li ser xaka Iraqê û daxuyaniyên hikûmeta Tirkiyê tu carî qebûl nakin.

ABNA24 : Wezareta Karên Derve ya Iraqê, der barê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirkiyê de ku ji 23’yê Nîsanê ve didomin, duh piştî nîvro bang li berpirsê karûbarên Sefaretxana Tirkiye ya Bexdayê kir.

Li ser vê yekê berpirsê Sefaretxana Tirkiyê çû avahiya wezaretê. Wezareta Derve ya Iraqê derbarê êrişên Tirkiyê de hişyariyek nivîskî ku nerazîbûna Iraqê nîşan dide, da bepirsê sefaretxana Tirkiyê.

Li gorî çapemeniya Iraqê, di hişyariyê de êrişên dewleta Tirkiyê û çûyîna Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar a nava xaka Iraqê hatin şermezarkirin. Di hişyariyê de hat gotin ku Hulusî Akar bêyî destûra Iraqê sînor derbas kiriye û bi leşkerên Tirkiyê yên ku derveyî fermiyetê li ser axa Iraqê ne re hevdîtin kiriye û ev yek nayê qebûlkirin.

Di hişyariyê de her wiha dijî axaftinên Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu ku gotibû “Em ê wekî Sûriyê li herêma Metîna jî baregeh ava bikin” nerazîbûna tund hat nîşandan û tu caran nayê qebûlkirin ku baregehên leşkerî werin çêkirin.

Di dawiya hişyariyê hatiye destnîşankirin ku Iraq binpêkirinên li ser axa xwe yên bejahî û hewayî tu carî qebûl nake û hat gotin: “Ev nêzîkahî wê peywendiyên cirantiyê xirab bikin. Divê Tirkiye zanibe ku rêyên leşkerî yên yekalî nabin çareserî. "

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*