?>

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amara dawî yên tûşbûyiyan ragihand

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amara dawî yên tûşbûyiyan ragihand

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku 10 tûşbûyiyên nû hatine tomarkirin û destnîşan kir ku test hîn berdewam in.

ABNA 24: Li gorî rapora malpera PUK Media'yê,Di daxuyaniya ku PUKmedia`yê wêneyek jê girtiye de wezaretê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 63 welatiyên ku ji derve vegeriyane hatin qerentînekirin  û destnîşan kir ku heta niha 11111 welatî hatine qerentînekirin û ji wan 10054 derketine û 1057 jî hîn di rewşa qerentîneyê da ne ku 504 li Hewlêr, 160 li Silêmanî û  392 li Duhokê û 1 li Raperînê ye.
Daxuyaniyê amaje bi wê jî kir ji 801 kesên gumandar têst hat kirin di encamê de 10 tûşbûyî di nav de derketin ku 9 jê ji bajarê Silêmaniyê ne 4 jinên 53, 52, 29, 24 salî, 4 mêr 53, 36, 34, 30 salî û keçkek 15 salî ku têkeliyên wan ligel nexweşan hebûn û yekê din jî ji Hewlêrê û 44 salî ye.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*