?>

Wezîrê îstixbaratê yê Rejîma Îsraîlê: Erebistana Siûdî û Mexrib dibe ku têkiliyên bi Îsraîlê re xurt bikin

Wezîrê îstixbaratê yê Rejîma Îsraîlê: Erebistana Siûdî û Mexrib dibe ku têkiliyên bi Îsraîlê re xurt bikin

Wezîrê îstixbaratê ya Rejîma Siyonîstî Elî Kohen got Erebistana Siûdî û Mexrib di nav lîsteya wan dewletan de ne ku dibe di demeke pêş de têkiliyên xwe bi Îsraîlê re xurt bikin.

ABNA24: Li gorî rojnameya Yedioth Ahronoth, Elî Kohen got: “Dibe ku di demeke nêz de hinek dewlet têkiliyên xwe bi Îsraîlê re xurt bikin. Erebistana Siûdî û Mexrib di serê wê lîsteyê de ne.”

Kohen destnîşan kir ku heke Trump di hilbijartinan de bi ser bikeve, dê rê li pêşiya xurtkirina têkiliyan veke.

Vê rojnamê eşkere kir ku Erebistana Siûdî û Mexrib di lîsteya 5 dewleta de ne ku dibe têkiliyên xwe bi Îsraîlê re di pêşerojê de xurt bikin.

Der barê heman mijarê de Kohen hevrikê serok Trump di hilbijratinên Amerîkayê de Joe Biden rexne kir, piştî ku Biden siyaseta Barack Obama bi nermbûnê wesifand û got ew li Rojhilata Navîn bi ser nakeve.

Kohen pesna siyaseta Amerîkayê ya niha li Rojhilata Navîn da û got ew bi hêvî ye Trump careke din bi ser bikeve. Ev yek dê derfetê bide lihekvirinên din ên spandina têkiliyan bi Îsraîlê re.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*