?>

Wezîrê karên navxweyî yê Herêma Kurdistanê: Emê reforman li rêxistina Pasevanan da bikin

Wezîrê karên navxweyî yê Herêma Kurdistanê: Emê reforman li rêxistina Pasevanan da bikin

Wezîrê karên navxweyî yê Herêma Kurdistanê ragihand ku yekîneyeka pasevaniyê dê li Herêma Kurdistan were avakirin û careka din pasevan li gorî qanûnê dê werin birêxistinkirin.

ABNA: Rêber Ehmed, Wezîrê karên navxweyî yê Herêma Kurdistanê seredana Parlimana Herêma Kurdistanê kir û digel lijneya heyitiyê ya Parlimanê civiya û piştre ragihand ku ewê reforman di rêxistina Pasevanan da bikin.

Rêber Ehmed her wiha got ku dê yekîneyeka pasevaniyê li herêmê were avakirin û careka din dê aevan li gorî qanûnê werin birêxistinkirin.

Wî her wiha aşkira kir ku me parliman dilniya kiriye ku di demeka nêzik da emê vê babetê qanûnî bikin.

Ev gotinên Wezîrê karên navxweyî yê Herêma Kurdistanê di rewşekê da ne ku heftiya bihurî li civîna parlimana Herêmê hilkolandina yekem bo Pêşnumaya reforman di warê kesên teqawûtbûyî û mûşe û alîkariyên aborî û serpişkiyên din li Herêma Kurdistanê da hat kirin.

..........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*