?>

Wezîrê Karûbarên Ayînî yê Herêma Kurdistanê: Li vê herêmê duşemê cejna Remezanê ye

Wezîrê Karûbarên Ayînî yê Herêma Kurdistanê: Li vê herêmê duşemê cejna Remezanê ye

Wezîrê ewqaf û karûbarên ayînî yê Herêma Kurdistanê ragehand, roja duşemê li Herêma Kurdistanê cejna Remezanê ye.

ABNA24 : Duh encamên civîna komîteya dîtina heyvê ya Kurdistanê ji aliyê wezîrê ewqaf û karûbarên ayînî yê herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq ve hat ragehandin.

Piştîwan Sadiq da zanîn, tevahiya tîmên ku li heyvê digeriyan, nekarîne hevyê bibîne loma di civînê de biryar hat dayîn roja yekşemê wek roja dawî ya meha Remezanê tê ragehandin û roja duşemê wê bibe cejna Remezanê.

Îsal meha Remezanê ji roja 2 Nîsanê dest pê kir.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*