?>

Wezîrên Derve yên Îran û Efganistanê li ser piştgiriya ji pêşveçûn û serketina danûstandinên aştiyê tekez kirin

Wezîrên Derve yên Îran û Efganistanê li ser piştgiriya ji pêşveçûn û serketina danûstandinên aştiyê tekez kirin

Wezîrên Karên Derve yê Efganistanê helwêsta avaker a Îran derheq pêvajoya aşitiya Efganistanê bi nirx û hêja nirxand.

ABNA24 : Li gorî ajansa AWA ya Efganistanê wezîrê derve yê Îranê herwiha li kêleka Konferansa Dilê Asyayê bi wezîrê derve yê Efganistanê Muhemed Henîf Etmer re jî hevdîtin pêk anî û pê re ser ser berfirkeirina pêwendiyên du welatan û peymanên navbera du aliyan gotûbêj kir. Du aliyan herwiha li ser qanûnîkirina hatûçûna welatiyên Îran û Efgan bo welatê hevdu sekinîn da ku rê li ber bûyerên tal were girtin.

Gotûbêja ser li darxistina zûtir a Komîsiyona Hevpar a Hevkariyên Aborî yên du welatan mijara din a vê hevdîtinê bû.

Wezîrê derve yê Efganistanê di vê hevdîtinê de helwesta avaker a Îranê li beramber serkevtina gotûbêjên aşitiyê, parastina destkeftiyên pergala komarî û bihêzkirina lihevkirina navçeyî girîng û hêja nirxand û hêvî kir ku ev helwest bandorek erênî û avaker li ser encama Konferansa Dilê Asyayê bike.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê jî di vê hevdîtinê helwêsta hikûmeta Efganistanê  derbarê çareseriya krîza Efganistanê ji riya siyasî û bidestxistina aştiya mayinde, beraqil da zanîn û diyar kir ku Îran amade ye di vê barê de alîkariya Efganistanê bike. 

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*