?>

Wilayetî: Dewrana hebûna Amerîkayê li navçê bi dawî hatiye

Wilayetî: Dewrana hebûna Amerîkayê li navçê bi dawî hatiye

Şêwirkarê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî yab Îranê li karûbarên navneteweyî Elî Ekber Wilayetî got: Roja îro bi bereketa xwîna Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê şehîd serdar Qasim Sulêymanî dewrana mayîna amerîkiyan li navça rojavayê Asyayê bi dawî bûye.

ABNA: Wilayetî li merasima rêz û hurmetgirtina şehîd Sulêymanî li bajarê Qomê got: Amerîkiyan wer difikirîn ku bi terorkirina serdar Sulêymanî êdî dikarin Bereya Berxwedanê têk biben, lê mêhwera berxwedanê li Iraq, Sûriye, Lubnan û Filistînê niha li rewşa xwe ya herî bi hêz de ye.

Wilayetî got: terorkirina serdar Sulêymanî bi destê amerîkiyan hemaqet û nezaniya herî jorîn a wan eşkera kir û ev cinayeta amerîkiyan cardin şaşbûna nirxandin û hesabên wan xiste ber çavan.

Şêwirkarê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî yab Îranê li karûbarên navneteweyî herwiha plana qirêj û ehmeqane ya  “Danûstandina Sedsalê” sebeba hevdugirtina komên filistînî da zanîn.

Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê serdar Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis û 8 endamên din ên Heşda Şebiya Iraqê, roja Înê 3ê çileya 2020 di êrîşa terorîstî ya Amerîkayê de li nêzîk Balafirxaneya Bexdayê şehîd bûn.

............
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*