?>

Xaça Sor: Bi sedan zarok di girtîgehên mezinan ên Sûriyê de ne

Xaça Sor: Bi sedan zarok di girtîgehên mezinan ên Sûriyê de ne

Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî (ICRC) radigihîne, bi sedan zarok di girtîgehên mezinan ên deverên bin deshilata kurdên Sûriyê de girtî ne.

ABNA24 : Xaça Sorê diyar dike, piraniya wan zarokan ji Kampa Holê ya li Hesekê bo girtîgehên mezinan hatine veguhastin.

Rêveberê Rojhilata Navîn ê Xaça Sor Fabrizio Carboni di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, bi sedan zarok ku piraniya wan kur in û hin ji wan 12 salî ne, di girtîgehên mezinan de girtî ne, ew girtîgeh jî ji bo wan ne guncaw e.

Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî careke de bang li welatan kir ku welatiyên xwe li gor ji Kampa Holê werbigirin û li gorî yasayên navdewletî, pabendî “hevgirtina malbatê” pêk bînin.

Kampa Holê li bajarê Heseke wek kampa herî metirsîdar a ser asta cîhanê tê hejmartin. Li gorî rayedarên Neteweyên Yekgirtî 62 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.

Berpirsên kurd ên Sûriyê bi caran ji hikûmetên van waltan xwestine ku hevwelatiyên xwe biben lê heya niha ti welatek bi cidî li wan xwedî derneketine. 

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*