?>

Xaneqîn- Daxil û danê gundeki kurdan hat şewitandin

Xaneqîn- Daxil û danê gundeki kurdan hat şewitandin

Êvara duh çarşemê 13.05.2020an daxil û danê gundekî nahiya Cebareya Xaneqînê jî hat şewitandin.

ABNA 24:Berpirsê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Amanc Ebdulrrezaq ji BasNewsê re axivî û aşkere kir ku li gundê Zerdawî yê ser bi nahiyeya Cebare hin kesên ku heta niha nasnama wan nayê zanîn agir bi daxil û danên xelkê gund xistine û ew heta niha nizanin zirara wî agirî çiqas e.

Herwiha Amanc Ebdulrezaq amaje bi wê yekê jî kir tîmên bergiriya şaristiyaniya Kifriyê hatine agahdarkirin ku agir vemirînin bo ku agir negihê gundê Karêzê û were kontrolkirin.

Wî di berdewamiyê de jî  got: Gundê Zerdawî gundê kurdan e û xwediyê gelek şehîd û Pêşmergeyên dêrîn e. 


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*