?>

Xetîbzade: Boykotên Amerîkayê divê bi awayekî bibandor bên rakirin

Xetîbzade: Boykotên Amerîkayê divê bi awayekî bibandor bên rakirin

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku boykotên Amerîkayê divê bi awayekî bibandor bên rakirin, got: Hem gelek nivîsên lihevkirina vejiyandina Peymana Navokî ku hatine amadekirin û hem jî hin beşên ku temam nebûne, rewşeke diyarkirî hene ku nankokiyan bi awayekî aşkira nîşan didin.

ABNA24 : Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê îro Duşemiyê got: Li gorî pêşketinên pêkhatî em dikarin bêjin ku em li dawiya gotûbêjên Viyenê nêzik bûne. Hin mijarên çaresernebûyî hema wisa mane. Lê tiştê ku girîng e ev e ku mijarên çareserbûpyî gelekî zêdetir ji yên çaresernebûyî ne.

Wî got: Li Viyenê gişt mukur tên ku pêşketinên baş pêk hatine û gişt li ser cidîbûna xwe jibo domandina rê û bidestxistina lihevkirinekê jibo vejiyandina Peymana Navokî hevfikir in; Lê dipejirînin ku hin mijarên bingehîn divê ji aliyê navendên biryarder li welatan bên vekolandin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*