?>

Xetîbzade: Cîhan tu carî mêjoya rejîma Îsraîlê ji bîr nake

Xetîbzade: Cîhan tu carî mêjoya rejîma Îsraîlê ji bîr nake

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê bi weşandina vîdyoya zarokên ku di êrişên siyonîstan de li erdên dagirkirî şehîd bûn, tekez kir ku cîhan tu carî dîrok û mêjûya rejîma Îsraîlê ji bîr nake .

ABNA24 : Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade îro bi weşandina vîdyoya zarokên ku di êrişên 12 rojî yên siyonîstan ser Xezeyê de li erdên dagirkirî şehîd bûne li Twitterê nivîsî: Serokwezîrê Siyonîst Benjamin Netanyahu di rojên dawîn ên hukimrdariya xwe de jî, ser adeta xwe ya nexweş a rijandina xwîna Filistîniyên bêguneh îsrar kir.

Xetîbzade herwiha got: "Şerm ji wan kesên ku di teşwîq û alîkariya sûcên Îsraîlê de roleke bi bandor lîstin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê bi tekezkirina ser vê yekê ku dê dema bersivdayîna cinayetkaran bigihêje, nivîsî ku dinya tu carî dîrok û mêjûya rejîma Îsraîl ji bîr nake.

Leşkerên Siyonîst ên dagirker di 10ê Gulanê de li dijî Gerîda Xexa û Fîlîstîniyan şer dan destpêkirin û di encamê de 248 Filistînî şehîd bûn ji wan 67 zarok, 39 jin û 17 jî pîr û kal bûn, herwiha hezar û 910 kes jî birîndar bûn.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*